Îro anjî ticar – Berxwedan jiyan e!

Şoreşa Rojava saetên xwe yên herî zehmet jiyan dike. Ruxme berxwedana millyonan di seransere dunya û gelek çalakiyên radîkal ji bo piştgirî dayina Efrînê dewletên cihanê biryara imha û qir kirina gelê Rojava dan. Îro arteşa tirk a faşist û çeteyên wan ketin bajarê Efrinê.

Em ne matmay ne. Dilên me bi kîn têjî ne. Di hefteyên dawî de me nişan da ku em amade ne ji bo parastina vê şoreşê hertişta xwe feda bikin. Niha wexta belav kirina berxwedana leheng a YPJ/YPG û gelê Efrinê li herdere ye. Niha wexta pexistina agirê Newrozê di dilê canawarê de ye. Di wan agiran kîna me, biryardarî ya me û hêvîyên me ji herkesê re xuya bikin.

Em e şerê Efrînê û şerê gelê Kurdistanê li dijî faşizma tirk û hemû hevkarên wî bibin kolanên metropolan! Em e hêvîyên xwe biparezin û erişî herkes bikin ku nav vê komploya navnetewî hember Efrînê cihe xwe digire! Çi lazim be em e bikin, em e vê şer û qetliam hember gelê me niha bidin sekinandin!

Serî hildin ji bo Efrinê û şoreşa Rojava!

Bimire faşizma tirk û hevkarên wî!

Şer bikin hember şerê dagirkeran!

fight4afrin

18. Adarê 2018